Selahedîn Beyazîdî:
Elî Esmîn yek ji qurbanên kîmyabarankirina bajarê Helebceyê piştî 21 sal jiyan li Iranê, roja înê diya xwe hembez kir.
Elî ku navê wî yê rast, Zimnako ye, di roja kîmyabarankirina Helebce yê de, bo nexweşxanyeke Kirmaşanê hatibu şandin u piştî wê weke sêwî li Meşhedê hatibu xwedî kirin. Hefteye bihorî piştî ezmuneke jenetîkî, ew diya xwe ye rastîn li başurê kurdistanê dît.
Zimnako di dema bombarana kîmyayî ye helebce ye de temenê wî 4 meh bû, ew bi 5 xwişk, bira û bavê xwe re li malê dimine û diya wan ji bo kirînê dice bazarê.
Rojnameya Los Angles Times di reporteke xwe di dinivîse; Hêzen Iranî piştî bombarana helebce ji aliye hezen Saddam Hisen, dicin nava helebce, li nav malekî de dengekî dibihîsin u dema diçin jore, zarokek 4 mehî dibinin ku digrî.
Hemî endamen we malbate mirîbûn û hezen Iranê ev zarok 4 mehî dibin Iranê. Li gor zagonên Iranê zarok dibin sewîxane, lê jineke Iranî bi navêKobra hemidpur, xwedîkirina zarok digre ser milê xwe û nave wî dike Elî û bi 2 zaroke xweye kur ye din re wî xwedî dike.
Zimnako ku ji hêla ev jina Iranî hatiye xwedikirin, li gor nûçeya ajansa Ferensî, niha ji diya xwe ye rastîn fêm nake û pewîstiya wî bi werger heye. Ajansa nûçegihana Ferensî dinivîse, diya wî Fatime niha 50î saliye, ew her li zaroke xwe dinere û bi zimane kurdî qale we yeke dike ku zimnako gelek dişibe bavê xwe ku di buyere helebce de hat kuştin.
Diya iranî ya Elî 3 sal berê mir û çend meh berî niha, yek ji nasên malbata Iranî ye zimnako, di hevdîtinek re bi berpirsên Hikûmeta Herêma kurdistanê çîroka zimnako zindî dikin.
Berprsên Herêma kurdistanê listeke 41 kesî ji kesên winda buye ku pişti buyera helebce winda bune, nişan didin. ji bo zanyariyên zêdetir zimnako diçe başûrê kurdistanê û 6 malbatên helebceyî dibêjin ku zimnako zaroke wane.

Diya rastin ye zimnako bi navê Fatime Mihemed Salih piştî taqikirinen DNA derdekeve holê. Roja înê zimnako pişti 21 salan ji bo cara yekemin diya xwe dibîne û dizane ku navê wî ye rastîn Zimnako Mihemed Elî ye.
Zimnako kurdî nizane û tenê bi Farsî diaxife, lê ew niha li ba malbata xweye û rayedaren Hikumeta Herema kurdistanê ji dibê jin ku ewê alikarî bikin da zimnako bikaribe kurdî hîn bibe u xwendina xwe bixwînê. Zimnako dibêje ew her du malbata xwe ye Iranî û başûrê kurdistanê ji hez dike.
Di dirbarê diya xwe ye Iranî zimnako dibêje "ew gelek baş bû û dema di 7 salî di ez çûm dibistanê, ji min re got ku dê û bavê min li Iraqê ne û bûyer ji min re behis kir."
Ji ber nasnametî Elî nikare xwendina bilind bixwîne û tene dikare diploma xwe bistîne.
Diya rastîn ya zimnako ji, piştî buyera helebce ji bo timarkirina birînen xwe diçe Tehran. Ew pistî nexweşxaneyê ji bo dîtina kurê xwe gelek dixebite û di rojnameyan di agahdarî bilav dike, serî li gelek nexweşgehan dide lê bê zarokê xwe vedegere başûrê Kurdistanê.
Ev yekemin axaftinên fatimeyê pişti ku zarokê xwe digere hembêza xwe "Xwedayo nizanim ev rastiye an xewn e."

بگهرێوه